Kurdî  | Tirkî   | Îngilîzî | Erebî | Elmanî

 

 
 

 

   
 
Ronahiya hêviyê gihiştiye hemû mirovahiyê
1 Kanûn 2008

Cemîl BAYIK

 

Ronahiya hêviyê gihiştiye hemû mirovahiyê

 

Gelê me 30’emîn salvgera PKK’ê pîroz dike. Pîrozbahiyên ku beriya 27’ê Mijdarê dest pê kirin, di van rojan de jî didomin. Pêwîst e xwedîderketina bi coş a gel ku di salvegera PKK’ê de nîşan dide wateyeke rast lê were dayin.

 

Her çiqas PKK’ê 30’emîn salvegera xwe pîroz kiribe jî, dîroka wê xwe disipêre salên beriya wê. Ji ber vê jî PKK pêvajoyeke ji 30 salî bêhtir îfade dike. Bi pêngava yekemîn ya 1973’an re di rastiyê de 35 saliya PKK’ê tê pîrozkirin. Çi 35, çi 30 salveger be, wateya ku gelê me dide damezirandina PKK’ê ji aliyê cewherî ve nayê guhertin.

 

Xwedîderketina li salvegera damezirandina PKK’ê nîşaneya nirxdayina ji bo wê ye. Ev nirxdayina gelê me ya ji bo PKK’ê ji ber xwe pêk nehatiye. Li Kurdistanê gelek hebûnên ku xwe mîna rêxistin binav dikirin nasnameya kurdî bi kar dianîn peyda bûn. Lê belê niha navê gelekan ji wan îro ji aliyê gelê me ve nayê bîranîn û ji bilî PKK’ê ne qedr, qîmetek daye wan ne jî li ber çavan girtine. Gelê me tenê qîmet bi PKK’ê daye û nirx dayê. Sedemên vê yekê hene.

 

Di demên ku PKK mîna tevger derkete pêş de, bilêvkirina peyva kurd jî sûc dihate dîtin. Heger kê navê kurd jî bilêv kiribe, li rastî îşkenceyan hatiye, ew avêtine girtîgehan, bi van jî nesekinîne heta yên hatine qetilkirin jî hene. Partiyên siyasî yên peyva kurd bi kar anîn jî hatin girtin.

 

Di pêvajoyeke ku peyva kurd hatibû qedexekirin, yên bi kar tanîn bi “Ceza”yên mezin re rû bi rû diman de PKK derkete holê. Dema PKK derkete holê jî du peyvên bingehîn bi kar anîn. Ev jî, “Kurdistan Mêtîngerî ye”, “Dê azad bibe” bû. Bi vî rengî derketina holê ya PKK’ê sînorê bikaranîna peyva kurd bi tenê derbas kir, rastiya welêt û gel anî ziman.

 

PKK ji gava yekemîn a avêt pê de li soza xwe xwedî derket û meşa xwe ya di vê rê de xurt kir. Di dema vê meşê de jî berdelên giran dan, di serî de Haki Karer, gelek şehîdên mezin dan. Pêşengiya bi dest xist jî wergerande partîbûnê. Di rastiyê de bi vî aliyê xwe pêşveçûna serdemeke tevgera Apoyî îfade dike.

 

Gelê me jî ev serdema destpêkê ya tevgera Apoyî pejirand û PKK mîna rêxistina pêşeng qebûl kir. Bi damezirandina PKK’ê re tevgera Apoyî rola xwe ya di nava gel de leyist, bi vê jî nema sekinî û tevgera Apoyî gelemperî kir. Piştî wê merheleyê tevgera Apoyî mîna nav û nûnera rastî ya gelê me ku dibû xwedî reng û nasname xwe zelal kir.

 

Mîna PKK navlêkirina tevgera Apoyî û têkoşîna gelê kurd a bi pêşengê xwe re bû yek gelê kurd kire xwedî nasnemeyeke nû, her wiha ew di nava mirovahiya cîhanê de anî rewşeke ku jê re rêz tê girtin û asteke gelê berxwedêr. Ji ber vê rastiyê ye ku her salvegera damezirandina PKK’ê ji aliyê gelê me ve mîna rojeke cejnê hatiye qebûlkirin û îro jî gel bi coşeke mezin pêşengê xwe û Rêberiya xwe diparêze. Tiştê di derbasbûyîna saleke nû ya PKK’ê de pêk tê jî ji vê ne cûdatir e.

 

Gelê me yê bi vî rengî li pêşengê xwe û rêbertiya xwe xwedî derdikeve, wateya ku dide salvegera nû ya damezirandina PKK’ê divê rast were xwendin. Divê di heman demê de ev yek bibe wesîleya fêmkirina wate û girîngiya PKK’ê û Rêber Apo a ji bo gelê me jî. Bi taybetî jî ev ji bo yên rastiya PKK’ê û Rêber Apo fêm nakir derbasdar e. Hewldanên dijberî PKK’ê û Rêber Apo tên meşandin jî bi rengekî rast serwextbûna di vê mijarê de ferztir dikin. Tevî ku dijberiya PKK’ê û Rêber Apo dikin jî ev derdor an kesayet hê jî xwe mîna ‘kurd’ û ‘dostên kurdan’ didin nasandin, divê were dîtin ku ev dijberî di heman demê de dijberiya gelê kurd e.

 

Di vê pêvajoya ku pêşketinên ji bo gelê me dîrokî ne pêk tên de, asta êrîş û dijberiya PKK’ê û Rêber Apo jî hatiye zêdekirin. Sedema vê yekê ew e ku gelê me ji her demê zêdetir nêzî azadiyê ye.

 

Bi êrîşkirina PKK’ê û Rêber Apo dixwazin pêşketina gelê kurd a bi têkoşînê hatiye bidestxistin asteng bikin û temenê rejîma înkarker û mêtînger dirêj bikin. Gelê me vê yekê dibîne û li hember ên xwedî nêzîkatiyên bi vî rengî ne helwesta xwe nîşan dide. Di salvegera PKK’ê de xwedîderketina gelê me ya ji bo PKK’ê û Rêber Apo de careke din ev rastî bi hemû zelaliya xwe raxiste ber çavan.

 

PKK ji roja derkete holê heta îro, li soza xwe xwedî derket û di encama vê yekê de pêşketinên ku gelê me dijîn afirandin. Ji îro pê de wê bi sedemên ku ew afirandine re girêdayî bimîne û pêwîstiya sozên hatine dayin bi cih bîne. Tu hêz nikare vê yekê asteng bike.

 

Rêber Apo, dema gavên ji bo avabûna PKK’ê diavêtin de di jiyaneke ku her gava xwe wergerandibûna zîndanê de ronahiya hêviyan pêxist. Niha jî pêşveçûnên ku karibe vê ronahiya hêviyê bigihîne gelê me û tevahiya mirovahiyê afirandine. Her wiha ev nîşaneya berbiçav a tiştên di demên pêş de bên jiyîn e. Ji ber vê yekê jî di rojeke wisa de gelê me xwedîderketina li Rêber Apo mîna helwesteke herî xwezayî pêk aniye.

 

Di pêvajoya salvegereke nû ya PKK’ê de pêwîst e ku her kes baştir PKK’ê û Rêber Apo fêm bike û bi vê rastiyê re girêdayî bimîne û di vê çarçoveyê de tevbigere mîna pêwîstî û berpirsyariyekê li pêşiya me sekinî ye.

 

                                                

f

» DER BARÊ HPG'Ê DE

» ARŞÎVA NÛÇEYÊN BÎM'Ê

» BIRYARGEHA NAVENDÎ

» PARASTINA REWA

» NIVÎSÊN ROJEVÎ

» ŞEHÎDÊN ME

» DAHÛRÎNÊN SEROKATÎ

» RÛPELA YJA STAR'Ê

» GALERIYA WÊNEYAN

» PIRTÛK

» VÎDEO

» AL

» TÊKILÎ BI HPG'Ê RE

» ENDAMTIYA NÛÇEYAN

 
 

 

 

 

 

Malpera HPG'ê (Hêzên Parastina Gel) ya Fermî ye
Ji aliyê HPG-BÎM'ê ve hatiye sazkirin

HPG Online © 2003 - 2008 Hemû maf parastî ne