|
Selahaddîn Erdem
SÎ SAL
Di ser avabûna PKK’ê sî sal bihûrî! Kurd salvegera sîyemîn a PKK’ê
pîroz dikin. Pênc salên destpêkê jî, ku pêvajoya amadekariyêbûn, ber
çav bê girtin, salên PKK’yî dibe sî û pênc sal. Ev sî û pênc sal in
li vê dinyayê PKK jî heye.
Ji ber ku salvegera 30’yemîn bi kongreya 10’emîn re di heman salê de
pêk hat, îsal tê dîtin ku pîrozbahî zû destpêkirin û wisa dixuye ku
li gorî berê zêdetir, belavbûyî û bi coş in. Wisa tê fêmkirin ku wê
kurd, bi taybet ciwan û jin vê coşê têrî xwe jiyan bikin. Ji ber ku
li hember Rêber Abdullah Ocalan zêdebûna îşkence û tehdîda
tunekirinê zêde bûye, wisa dixuye ku wê li hember van çewsandin û
pêkûtiyan wê gelê kurd zêdetir bi Rêberê Gelê Kurd re bibe yek û
berteka xwe di asta herî jor de nîşan bide.
Tê zanîn ku PKK di 27’ê mijdarê de ji hêla komek ciwanan ve li gundê
Fîsê ku girêdayî Licê ya Amedê ye, bi awayekî fermî ava bû. Ji 25
delegeyên ku hatine bangkirinê, bi beşdariya 22 delegeyan avabûn pêk
tê. Niha jî piştî sî salê awerte yê têkoşînê, encama ku gihîştiye li
holê ye. Jin-mêr hemû kurd derdikevin qadan û “PKK gel e, gel li vir
e” diqîrin.
Di meha tebaxa borî de PKK 30’emîn kongreya xwe kir. Niha ev rewş wê
çawa bê şîrovekirin? Aşkereye ku gelê kurd tê de gelek tiştên girîng
dibîne ku, ew qas li avabûna PKK’ê xwedî dertê. Ji bona kurdan PKK,
di wateya rastîn rihek e. Nasname û azadiyê, hêza vîne û berxwedanê,
ev rih temsîl dike.
Divê vê rastiyê êdî her kes bibîne û qebûl bike. Rastiya Rêberê Gelê
Kurd Abdullah Ocalan, rastiya PKK’ê û rastiya gelê kurd, êdî
rastiyeke ku fena goşt û neynûk bi hev ve keliyane. Piştî têkoşîna
sî salî, êdî dema çareseriya pirsgirêka kurd hatiye. PKK’ya ew qas
dem têkoşiyaye, êdî bi qasî ku bikaribe pirsgirêka kurd çareser bike,
gihîştî ye. Divê êdî vanan her kes bibîne û li gorî vê helwest û
polîtîkayên xwe bipêş bixe. Hêzên ku pêwîst e vê rastiyê bibînin û
fêm bikin jî, di serî de rêveberiya Tirkiyê û AKP ye. Ji ber ku raye
û peywir li ser milên wan e. Encax, mixabin wisa dixuye ku yên ku
herî kêm fêm dikin jî rêveberên AKP’ê ne. Ji ber ku rêxistineke ku
ev sî sal in têdikoşin biçûk dibînin. Rêxistineke ku bi 22 kesan ava
bûye û îro jî hemû kurdan hemêz dike re, dibêjin; “gihîştine noqteya
têkçûyînê” PKK daxuyand ku “10’emîn kongreya xwe bi serkeftî kiriye”
wan gote ku “diqedin” Diyare ku li rastê rewşeke “ker û lalan” tê
jiyandin. Divê dawî li vê rewşê bê anîn, êdî werin rastiyên berbiçav.
Rêveberiya Tirkiyê baş dizane ku, PKK ji asîman nehatiye. Wê, wan bi
polîtîkayên pêkanînên li ser kurdan afirand. Ev polîtîkayên ku di vî
salî de li hember PKK’ê pêk hatine, çi encam girtiye ku ji niha û
şûn ve encam bigire? Ev bûyînên di vî salî de, neynika yên di
pêşerojê de pêk bêne ne. Wê demê pêwîst e bizanibin rast li neynikê
binêrin.
Divê hikûmeta AKP’ê baş bizanibe ku, pirsgirêka kurd wisa
pirsgirêkeke ku sivikî bê bidest girtin nîn e. Ev bêrawestan bi
civakên tirk û kurdan xwîn dide rijandinê. Ku neyê çareserkirin û
zêdetir bê berdewam kirin, wê rê li ber windahiyên mezin veke. Ev
pirsgirêk, pirsgirêkeke wisa bikin navgînên lîstikên siyasî jî nîn
e. Ji ber vê yekê, divê bizanibin ku, rast û bi cîdiyet nêzîk bibin
û pirsgirêkê bi rêbazên siyasî çareser bikin.
Ji bona vê destpêkê tişta ku bê zanîn û bê qebûlkirin, PKK nayê
qedandinê. Gelê kurd, bê rawestan dibêje, “PKK gel e, gel li vir e”
Wê demê qedandina PKK’ê, tê wateya qedandina gelê kurd e. Ji bona ku
PKK bê qedandin, divê gelê kurd bê qedandin. Baş e, ev nêzîkatî di
roja me de nêzîkatiye ku pêk bê ye? Ku bê pêkanîn jî gelo wê bi
Tirkiyê bide qezenckirinê, nexwe bide windakirinê? Ka dihate gotin
ku, “Kurd bê tirk, tirk bê kurd nabe” Ma ne aşkereye ku di dawiya
tunekirina kurdan de, wê tirk jî winda bibe?
Wê demê divê dev ji bengîtiya “tunekirin û qedandinê” bê berdan û
pêwîste werin çareseriya demokratîk a ku sûda gelan tê de ye, a ku
sûda Tirkiyê tê de heye. Di vê xalê de çareseriya herî maqûl û ya
sûda gelan tê de ye, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan datîne.
Rêbazên çareseriyê yên aştiyane û demokratîk herî aşkere û zelal
nîşan dide. Wê demê pêwîst e guh bidin vî dengî û mezinbûna hêza
çareseriya demokratîk û aştiyane bê nîşandan. 27 Mijdara ku sî salên
xwe temam kir, me xwe ji vê daxwaze careke din dubarekirinê negirte.
Gel û hêzên demokratîk jixwe her roj vê bangê dikin. Di heman demê
de bi serhildanên demokratîk ku hêza çareseriyê ne, hêza
çareserkirinê nîşan didin. Bênîqaş e ku wê vê di pîrozbahiyên
salvegra sîyemîn de zêdetir bi hêz bikin. Di bingeha vê daxwaz û
pêşniyazê de, bila Cejna Vejîna Netewî li her kesî pîroz be! |