|
Erdal Dêrik
“Xwedê te ez çawa xelas kirim, hevalê min jî xelas
bike!”
Li gorî ku leşker saet di 8.00’an de ketin tevgerê, herî kêm heta ku
bigihîjin çeperên me wê saetek derbas bibe. Ev yek jî dîsa baş e. Hê
ji cengê re saetek heye. Ji ber ku pevçûnên roj pir zêde li aliyê me
nebûn. Lê ev pevçûn neçarî bû. Dîsa ger heta niha tu pevçûn ne
qewimiye, ev tê wê wateyê ku heta niha dimin tu dîmen ji me nedîtine.
Loma heta niha her tişt li gorî planê diçû.
Piştî van dîmenan û van guhartinan, me xwest em Rêdar agahdar bikin.
Vê carê min Rêdar agahdar kir; “Hevalê Rêdar, dijmin di nava Katoyê
de kete tevgerê. Berê wan jî rasterast li çeperên me ne. Lê hîna
qederekê dûr in. Meşa wan pir giran e.”
Em di çeperên xwe de li bendê ne. Divê bi tu awayî em qadê bernedin.
Hemû lêhûrbûna me li ser vê bû û pêwîst dikir ku bi berxwedaniyeke
fedayiyane me li ber xwe bidana. Li hevalê Serdar temaşe dikim. Gelo
dibe ku ez cara dawîn be. Ji çeperek ber bi çepera din, di nava van
ramanan de bûm. Serdar pir zane, xweşik û lewend bû. Rûyê wî yê
zerik, çavên wî yên hingûvî, porê wî yê bi kêleka çeperê şehkirî,
qama wî ya navîn tev di nav ahengê de bû. Li ser wî kincên Zagrosan
ku ji ber rengê erazî zerekî girtî ye, li ser bû. Difna wî ya beranî
bi ser simbêlên wî de şikestibûn. Bi xwe jî ji Êlihê bû. Me jê re
digote, Serdarê Batmanî. Di salên 94-95’an de tevlî refên gerîla
bûbû. Xwendevan bû, bes niha nayê hişê min ku asta xwendina wî çibû.
Qederekê di nava şer de pijiyabû. Xwedî tecrûbe bû. Di hemû mijar û
zanînên rêxistinî de, xwedî zanebûn û ramanek bû. Evan hemûyan di
dema ku em li benda dijmin bûn, di nava sohbeta me de min zevt
kiribû. Di rewşên wisa de, ev hûrgiliyên bi vî rengî zêdetir bal
dikêşe.
Hevalê Serdar ji ber van taybetiyên xwe pir bawerî dida min. Bes
kêmekî şermok bû û gava ku şerm dikir jî serê xwe dixist ber xwe. A
niha jî bi tena serê xwe, di çepera pêş de ye.
Ez jî ji xwe re dibêjim û dia dikim, bes diayên min tenê di
bêdengiya dilê min de ne. “Xwedê te ez çawa xelas kirim, hevalê min
jî xelas bike û bigihîne min” Di ber de jî, li xwe mikur têm û ji
xwe pirs dikim, “Ma bi diayan dibe, ma selametî pêk tê. Ka rabe, lez
bike, baş hişyar be û hevalê xwe biparêze”
Di rastiyê de hevalê min, ji min zîrektir û jêhatîtir bû jî, ka tu
yê çi bikî, hevaltiye! Bes ev gelek hêviyan diseridîne û dilê mirov
xweş dike. Lê malmîrata fîşekê, rehmetê nas nake, ev jî dilê mirov
sar dike.
Deng bi mîrateyên çekan ket. Vizeviza fîşekan li tahtan diketin olan
didan. Bes hê ji me dûr bûn. Bi ku ve diçin jî kes nizane. Hema
dijmin bênavber, der û dora xwe gulebaran dike. Ji nişka ve dengê
hevalê Mezlûm hate min; “Hevalê Serdar! Lez bike, xwe bigihîne min”
Bi dengkirina hevalê Mezlûm re, hevalê Serdar xwe ji kevirên çeperê
hêlî aliyê din kir û di deman demê de me jî parastina wî baş kir, da
ku bi awayekî ewle xwe bigihîne çepera din. Serdar jî ber bi çep û
rastê, di nava keviran de, geh bi meşa çongşikestî geh bi erdê re
kaşankirinê, gav bi gav nêzîkî me dibû. Dilê min fena daholê lê
dide. Ji ber fîşek her di ser tahtên nêz de dipengizin. Serdar di
nava agirê guleyan de, bi awayekî bêhnçikandî, xwe gihande çeperê me.
Di rewşên wisa de min xwe ji bîr dikir û li ser hevalê Serdar
direhilîn.
Vizîn û vingevinge guleyên dijmin li der û dorê olan dide û di nava
vê bobelatê de, Serdarê me yî pozberan ber bi me ve nêzîk dibû. Hîna
jî tiştek pê nehatibû. Heta ku bi carekê re xwe gihande cem min û
yekser xwe dirêjî erdê kir. Bêhna wî pir çikiyayî, dilê wî zêde zêde
lê dida. Ev yek agir bi dilê min dixist û ji kezeb de ez diêşandim.
Min got qey, tiştek pê hatiye an birîndar bûye. Xwêdan eniya wî di
damarê qirika wî ya bilindbûyî de xwe berdida ser laşê wî û
hilkehilka bêhnçikiyabûna wî, ji nava lêvên wî derdiketin. Loma bêyî
ku ez bifikirim, min got; “Serdar, heval qey tu birîndar bûyî. Çi bû?”
Bi nîşaneyek serhejandinê re; na heval, tiştek bi min nehatiye, lê
bêhna min çikiya, van sekbavan kêmek mabûn min fît bikin.
Ev cara yekem bû ku min hevalê Serdar wisa bi hêrs didît. Ji çavên
wî çirûskên tûj dixuyan. Hingê min fêm kir ku, pir bi zehmetî
gihîştiye me. Hîna em herdu wisa bi hev re dipeyivin, me kêmek bêhna
xwe da, careke din Mezlûm bang kir: “Lez bikin, vî koxikê pişt me
bigirin. Ciyê xwe saxlem bikin.” û pê re pevçûn destpêkir jî.
Belê, ev nîv saete ku pevçûn didome. Firokeyên şer ên mîna kobra û
filan-bêvan hê nehatine. Ev awantajek bû, lê bê wan jî dîlana cengê
nedibû. Ha werin ha werin. Bes vê ev rewşê girantir bike, em di vê
ferqê de ne. Ji leşkeran zêdetir em hesabê wê dikin. Jixwe leşker jî
li benda firokeyan bûn, tenê eletexmînî der û dora xwe gulebaran
dikin. Ji bona wan gule diçe ku derê ne girîng e. Em ji çeperê xwe,
yek bi yek leşkeran hedef digirin. Hê jî ji me dûr in, li gorî
gerîla “hê negihîne nêzbûna kulmê” Di vê navberê de ji girê Reş
dijmin dest bi avêtina top û hawanan kir. Çiya û lat dihejin.
Zingînî bi tahtan dikeve. Çend ji wan li nêzî me ketin, di her
teqînî de dûyekî reş î tarî û dengekî pir dijwar ku guhan ditevizîne
dertanî. Lê pir zêde lêketin çênedibû. Ji ber ku, ger bêhemdî jî
lêketin çêbibûna, wê rewşeke kambaxbûna ji bona me.
Wê bidome…. |