|
Aram Masîs
KU KÎMYAYA MIROV BIGUHERE!
Piştî serdegirtina Bezelê, mîna her care çapemeniya tirk li xwe
mikur hat û her çiqas berevajî bikin jî, nîqaşa pirsgirêka kurd
dikin.
Belê, ev tê vê wateyê. Dema ku ji hêla tevgera azadiyê ve gavên
aştiyane tên avêtin an ji hêla serokatiya me ve bangên diyalog û
çareseriyê tê kirin, çapemeniya tirk, artêş, hikûmet û gelek
derdorên dîtir, xwe dixin şûna sê leymûnan û tu tiştek nedibihîsin,
ne dibînin û ne jî diaxivin. Lê dema ku çalakî li dar dikevin,
gerîlayên me piçek hêza xwe nîşan didin an li hember operasyonên
artêşa tirk di çarçoveya parastina rewa de bersiv didin û windahiyên
artêşa tirk çêdibin, wê demê dibe wîlewîla wan û nîqaşa pirsgirêka
kurd bi pêş dikeve. Nexwe bi tu awayî bahs nakin. Yan jî dema ku
bahs bikin jî, dibêjin; “Qediyan, li ber şikestinê ne, belavbûn, me
îro jî derbe li wan xist û hwd.”
Lê ji bona ku mirov rastiyê fêm bike, tenê li daxuyaniya
serfermandariya tirk Îlker Başbûg binihêre wê bes be. Ji mahdê Îlker
Başbûg ewk dibariya. Di daxuyaniyê de kef li devan ketiye û her
derdorê, hema kesek nema ku tehdîd bike. Ev nîşaneya bêçaretiyê ye.
Me bixwe gelek serfermandar dît, bes fena vî ya, bêîrade, sexik û
xam, zirtoker me nedît. Qe nebe bêşerefekî mîna Yaşar Bûyûkanit
demeke dirêj li ber xwe da û piştî berxwedaniya Zapê got, “ezê çentê
xwe bigirim û herim”. Bes ev hê di destpêkê de, di çend eyarî de ye,
da diyar kirin.
Belê, asta berxwedaniyê bilind dibe, nîqaşa pirsgirêka kurd û
Kurdistan tê nîqaşkirin; lê dema ku çalakî disekinin û em hewl didin
ku xwîn nerijê, riya çareseriyê vekin, her kes ker û lal dibin.
Piştî çalakiya Bezelê hema hema li gelek tv, rojnameyên tirk de
nîqaş bi pêş dikevin. Ji van a herî balkêş, îtîrafa, “PKK kîmyaya me
xera kir!” Niha ku fîzîk an biyolojiya wan xera bûna, ne pirsgirêkbû,
bes ku kîmya xera bûbe, welleh reşw xeter e û tiştên kîmyayê wisa bi
rihetî jî bi paş ve nazivirin an nikarin bên rewşên berê. Ji ber ku
form an şêwe diguherin û êdî dibin tiştek din. Loma ev tespîteke
girîng e.
Li warên azadiyê, ne her dem be jî, dem bi dem derfetên me yên ku em
tv’yan temaşe bikin çêdibe. Wisa tesadifî wê rojê min û çend hevalan
qenalên tirkan temaşa kirin. Bi qasî ku bala me kişand di sê qenalan
de, pirsgirêka kurd dihat nîqaşkirin û di nav wan de stratejîstvan,
profesor, kurdên xwefirotî, rojnemevan û filan û bêvan beşdar bûbûn.
A rast, min dixwest nêrînên xwe der bare van nîqaşan de vebêjim. Ya
balkêş, kesê mîna Galîp Ensarîoglu û Altan Tan ku li ser firotina
xwîna gelê kurd siyaset dikin, qaşo li ser navê gelê kurd diaxivîn û
ji bona ku baştir ji efendiyên xwe re peyam bişînin, geh parêzeriya
gelê kurd dikirin geh jî bi dijminatiyeke sondxwarî li hember PKK’ê
dijberiya divereşiyan. Galîp Ensarîoglu, daxwazên gelê kurd di
bernameyê de rêz dikir û di ser de jî vê diyar dikir; “Eman! Şaş fêm
nekin, bi kurdî dibistan hebin jî ez zarokên xwe naşînim”
Dîsa di wêr de jî, di nîqaşekê de serokê TESEV’ê Can Paker neçar ma
ku ji devê xwe îtîrafekê bixuricîne û ew gotinên qedexe hatin gotin;
“Berî PKK’ê, me kurdan tirkên çiyayî binav dikir, piştî PKK’ê em îro
neçar mane ku bahsa kurdan bikin û di makezagonan de guherînan bikin…”
Kurt kurmancî, dema mirov li van nîqaşan dinêre, di hêlekê de
têkoşîna gelê kurd di şexsê gerîla de, kiriye ku sîstem rastiyan
nîqaş bike, lê di hêleke din ve jî mahdê mirov li hev dixin.
Zihniyet hê jî neguheriye û heta gotina kurd ji devê dertê dîn û
îman ji sere wan diçe. Li gorî xwe, “em vî bidin kurdan, em vî nedin
kurdan, ew qas ji kurdan re bes e û hwd.” mîna ku ji kîsên bavê xwe
didin, maf belav dikin. Mixabin, dema ku mirov li van derdoran
dinêre, hêviya “biratiya gelan” jî diqurmiçe, lê dîsa jî emê hewl
bidin ku ev hêvî nequrmiçin, ka wê heta kengî wiha bidome.
Wê demê ji bona tu hebî û ew sîstema ku mejiyê wan pîrik girtiye,
rastiya bibînin, pêwîstî bi sedan Bezelêyan heye! |