|
Cemîl BAYIK
EM LI DENGÊ XWE XWEDÎ DERKEVIN
Zextên li ser saziyên ragihandin-çapemeniya azad û alternatîf her
diçe zêde dibin. Gitina rojnameya Azadiya Welat jî yek ji xelekek ji
siyaseta zextê ye.
Têkildarî êrîş û mudaxeleyên rejîma şerê taybet a tirk de beriya
niha me nirxandin kiribûn. Di van nirxandinan de bal hatibû kişandin
ku rejîma şerê taybet a tirk dixwaze êrîşên xwe bi rengekî giştî
zêde bike û rêbazên şerê taybet ê qirêj derxe asteke bilindtir. Mîna
beriya niha girtina rojnameyên Alterternatîf, Gerçek, Gelecek û
Ozgur Ulke û hwd. girtina rojnameya Azadiya Welat jî van nirxandinên
hatine kirin piştrast dike.
Di vir de ya girîng ku derdikeve pêş ev e; ka çima di nava hedefên
destpêkê û yên rasterast de saziyên weşana azad tên. Bingeha şerê
giştî yê qirêj ku rejîma şerê taybet dimeşîne, şerê psîkolojîk e. Di
meşandina vî şerî de jî bêhtir saziyên çapemenî û weşanê bi kar tîne.
Li Tirkiyeyê di roja me de bi dehan sazî û dezgehên weşan û
çapemeniyê bi vê armancê tên bikaranîn û ya tê xwestin ew e ku ew bê
alternatîf bimînin.
Ev saziyên weşan û çapemeniyê ku her yek ji wan bûye amûreke şerê
taybet û qirêj raya giştî di bin bombebarana agahdariyên yekalî de
dihêlin, her wiha gelê Tirkiyeyê jî li hember gelê kurd tehrîq
dikin. Ji ber vê yekê jî îro li Tirkiyeyê saziyên çapemenî û weşanê
amûrên herî bi tehlûke yên şerê taybet-qirêj in.
Sedem ev e ku rejîma şerê taybet a tirk ji aliyekî ve civakê di bin
bombebarana agahî û nûçeyên yekalî de dihêle, li aliyê din jî
dixwaze hebûnên alternatîfê xwe tune bike. Di bin êrîşên li dij
çapemenî û ragihandina alternatîf de ev rastî heye.
Rejîma şerê taybet a tirk di pêvajoya herî zehmet a dîroka xwe re
derbas dibe. Polîtîkayên wê yên bingehîn ên înkar û tunekirinê îflas
kirine. Bi hebûnên xwe yên siyasî ku li ber rizîn û têkçûnê ne, ji
pêkanîna pêşketin û gavavêtinê gelekî dûr e. Ev rastî jî dibe sedem
ku bêhtir bibe êrîşkar. Bi êrîşkirina organên çapemenî û weşanê yên
alternatîf hewl dide rastiya xwe ji raya giştî veşêre.
Di dîrokê ev yek tim wisa bûye.
Dema ku kurd dihatin qetilkirin û nefîkirin jî, tiştên dihatin kirin
ji cîhanê dihatin veşartin. Niha jî bi êrîşkirina organên çapemenî û
weşana alternatîf û bi dawîanîna weşana wan dixwaze heman tiştî bike.
Gelo wê ji bo van rêbazên êrîşê yên rejîma şerê taybet a tirk re wê
destûr were dayîn. Bêguman na. Tiştên di dîrokê de qewimîne piştrast
kir ku; ji ber ku li hember wan bêdengî hebû an dengvedan bû sedema
êşên mezin. Ji ber vê yekê jî li hember zextên her diçe dijwar dibin
li ser organên çapemeniya azad û alternatîf re bêdengî nabe. Organên
çapemenî û weşana azad û alternatîf; mîna dengê gelê me yê bindest,
ku tê perçiqandin û di bin mêtîngeriyê de ye wê were dîtin û xwedî
lê bê derketin.
Di dema ku rejîma şerê taybet a tirk pêvajoyeke herî krîtîk de dijî
de; dixwaze ji êrîşên xwe encamê bi dest bixe. Difikire ku dema di
vê yekê de bi ser keve wê karibe temenê xwe dirêj bike. Ji ber vê
yekê jî derfeta derketiye holê li gorî xwe bi kar tîne.
Hilbijartinên herêmî yên di demên pêş de pêk werin jî ji bo xwe mîna
derfetekê dibîne. Dikare were gotin ku rejîma şerê taybet a tirk,
hemû heviya xwe ya li dijî Tevgera Azadiya Kurd bi vê hilbijartinê
ve girê daye. Rejîma şerê taybet a tirk ji bo xwe bigihîne hedefên
xwe dixwaze encamê bi dest bixe. Di dema li meclîsê guftûgoyên ji bo
dirêjkirina tezkereya derfetê dide êrîşên leşkerî yên derveyî sînor
û civînên dawî yên di bin navê “ewlekariyê” de di vê çarçoveyê de
guftûgo hatine kirin. Zextên li ser çapemeniya azad û alternatîf jî
di encama plansaziya di vê çarçoveyê de tên meşandin. Di dema pêş
de, rejîma şerê taybet a tirk wê bixwaze vê plana komple bi giştî di
jiyanê de pêk bîne.
Heger li dijî vê yekê neyê sekinîn û têkoşîn neyê dayin, ev ê ji bo
serketina plana rejîma şerê taybet a tirk bingehê ava bike.
Em tenê bi têkoşîna dijber dikarin êrîşên rejîma şerê taybet a tirk
pûç bikin. Ji bilî vê riyeke din jî tune ye. Xwedîderketin û
parastina organên çapemeniya azad û alternatîf ji bo vê yekê pêwist
e. Ji ber vê yekê jî kî dibêje ew li dijî polîtîka û êrîşên rejîma
şerê taybet e, divê karibe bibe xwediyê sekneke saxlem jî. Kî dibêje
ew li dijî rejîma şerê taybet li cem gelê me cih digire, divê ji bo
di hilbijartinên herêmî de dersekê bide rejîma şerê taybet divê ji
niha ve bikeve nava tevgerê.
Divê neyê jibîrkirin ku riya pêkanîna van tevan jî di xweparastin,
xwedîderketina li organên çapemeniya azad û alternatîf re derbas
dibe. Ji ber ku ji bilî organên çapemeniya azad û alternatîf tu
derfetên ku em karibin dengê xwe bilind bigihînin, xwe biparêzin û
xwe îfade bikin tune ye. |