|
Êvar Derya
BI ZIMANÊ XWEDÊ NIVÎSANDIN
Wekî her carê dema radihêjim pênûsê û dixwazim binivsînim, pirsa
yekem “Ka ezê çi binivsînime?” lê tu caran pirsek bi vî rengê ha
“çawa binivsînim” nakeve ber deryayên fikir û aşopên min. Ji ber
wekî her car, ev car jî rê û resma nivîsandinê li ba min wek hev e:
li ber roniya fanûsa gazê ya ku weke tayekî tenik û narîn perdeya
taritiyê dibire û li ser spahiya rûpela min a vala konê xwe vedide…
li rex fanûsê jî, têle dumanên buxîra bêhnxweş dîlan dikin û
destlatek ji afsona sedsalên derbasbûyî dixe nava bayê cih û bi
bihnê re mirov xwe li olgeh û mîhraba xwedawendên çiyan ên balfereh
hîs dike. Têlên dûmana buxîrê wekî pêlên derya dans dikin û weke
tayên porê zulfên zeriyên nişmî yên çiyayî li ber bayê roava dilîzin
û mirov bimatmayî dibin ber kevalek sihrî û resen ya dîroka razayî.
Bi wan re jî her dem divê ku aşnayek din ji wan qut nebe, ew her tim
divê hebe û bi hebûna xwe lêvên zuha û ji serma ve qerisî germ dike
û xwe weku pêlên hunikahiyê berdide nava hinavan. Ew jî stekana çayê
ye! Belê! Roniya fanûsê, bêhna dumana buxîrê û stekana çaya germ. Bi
van re rê û resma nivîsandinê li memleketa çiyayên me dest pê dibe.
Ev jî dibe bersiva pirsa: “Çawa binivsînim?”.
Gelo pirsek din jî di nava mejî de xwe radikşîne û bersivek hêvî
dike. Ew jî: “Çima binivsînim?”. Pirsek pir sal in ku xwe li bîra
min weke reşmarekî pêçandiye û hew vedileze. Ew her xwe li min
dugvêşê, lêgerîna bersivê kûrtir dike. Divê ku bi peyvan mirov
nikaribe vê pirsê bibersîvîne, lê bi kiryara xwe, bi berhemên ku ji
bin pênûsê dertên û bi hestên nenas ve diyar dibe. Bersivek weha ye
ku bi peyvên asayî yên ferhengan û danasînên zimanzanan ve nayê
şîrovekirin.
Nivîsandin bi xwe, reva ji rûyê ewrên reş, ba û bûranan, berf, sir û
seqema zivistanên bêxêr û siya mirinê ya rûreş e! Li memleketa me
nivîsandin, girtina germahiyê, nûkirina hestên herikî, tijîkirina
stekana hîsên coşdar û noşandina ji kewsera xwedawendiye. Nivîsandin
li memleketa me tiştek weha ye, tenê mirovên afsona çiyan vexwaribin
û pê sermest bibûn dikarin têbigehin û binirxînin. Li memleketa me
nivîsandin ji bo nivîsandinê nîne, lê ji bo jiyîna hest û rastiyên
pak yên sermedîn e!
Nivîsandin ji bo mirovbûnê ye! Bi nivîsandina bedew hemû di şeş
rojan de saz bû, roja heftan jî bi nivîsandina helbestan bidawîbû…
Her zanyarekî, fîlosofekî, hişmendekî, peyxember û serwerekî
danasînek xwe ya taybet ji bo “Mirov” heye. Hin dibêjin: “mirov
lawirekî dipeyîvê!”. Hin jî dibêjin: “mirov lawirekî dikene” û hin
jî dibêjin “mirov lawirekî digrî” û bi dehan danasînê di derbara
mirov de derbas dibin… Lê ya min bi xwe jî heye, ango danasîna min
ya bo mirov! Li gorî min jî: “mirov lawirekî ku dinivsînê… Tiştên
bedew dinivsînê… helbest dinivsînê û ji helbestê hez dike!”
- pir kes ji min re dibêjin: “bi zimanê Kurdî nivîsandin kêr nayê û
bazirganiyek îflaskiriye û bê rewac e… kesek Kurdî naxwîne”. Û hin
jî hîn pêşda tir diçin û dibêjin: “zimanê kurdî ne zimanê nivîsariyê
ye, zimanek teng û nikare hemû hîsên mirov daberîne”.
Ez dibêjim: nivîsin bi kurdî şanaziyek bom in e. Serbilindiyeke ku
ez îro ji bo sibeh bi kurdî dinivsînim. Ez tenê ji niha re
nanivîsinim, berk û ez ji sibeh, dusibeh, sêsibeh û piştî hezar û
hezar sibeh re dinivsînim.
Yekemîn peyva Xwedê ji gerdûnê re bi Kurdî bû, dema got: “Bibe” û
gerdûn –saz- bû. Ez zimanê ku xwedê pê yekemîn peyva xwe gotiye,
yekemîn helbest, ayet, qewl û jandil û Gatha pê nivîsandiye… ma wê
çawa niha bibe “zimanek teng û lawaz”? A jixwe li memleketa me bi
kurdî nivîsandin tiştek pir cuda ye, germ e, narîn, kubar û watedar
e. Lê bi zimanê Xwedayan nivîsandin bûyerek ne asan û karîn e!
Zimanê kurdî deryayek kûr, fireh û bê dawî ye! Tijî gewher û murcan
e! Tenê mirovên wêrek, dilçetel, çeleng û hişmend û yên dikarin di
kûrahiya derya de melevanan bikin, wê bikaribin dakevin kûrahiya
derya û ji wan gewher û murcanan bigrin. Belkî niha melevanên
deryaya zimanê kurdî kêm bin, an jî bi tenê di nava hezaran de bin,
lê di sibehên li pêşiya me, di rêwitiya rojgariyê de wê hêjmara wan
her biçe û zêde bibe… êdî wê hemû gewher û murcanên deryaya
zimanênxwedayan derkevin holê û êdî wê ti kes nikaribe bêbextiyan li
zimanê xwedayan bike.
Heta wê rojê, em, ez û hemû kesên ku bi rê û resmên biheybet, li ber
ronahiya fanosê ya melûl û bêhna dumana buxîrê bi zimanê kurdî
dinivsînin, wê bi bêdengî û hedariyek bêsînor û serhişkiyek bêhempa
ber bi sibeh ve biçin.
Li memleketa me, dar bi kurdî şîn dibin, pel payîzê bi kurdî diweşin,
çem û rûbar bi kurdî diherikin, çûk û şalûl bi kurdî dawazin, baran
û berf bi kurdî dibarin, evîndar bi kurdî evÎn dikin, lêvên narîn
yên yaran bi kurdÎ dikenin, zarok bi kurdî digrîn û dixendin, dayîk
bi kurdî dilorin, kalik bi kurdî didin dûjinan, odlar bi kurdî lava
û skala ji xweda re dikin, stêrk bi kurdî dibriqin, heyv bi kurdî
dertê û sibeh bi kurdî hitlê û xweda bi kurdî ferman dide û dibêje:
“BIBE” û em dibin…
Carekê min di xewnê de dît ku Xweda napeyîvê… min pirs jê kir ka
çima tu naaxivîn hey afrînêrê her heyînê! Bêy ku bipeyve j imin re
got: “ Ma tu nizanî ku zimanê kurdî hatiye qedexekirin?” Hîn xewna
min bi dawî nebibû, hevalê Kawa ez ji bo nobedariya şevê şiyar
kirin… Min çavên xwe vekir û guh li peyvên heval Kawa kir, dilê min
şabû, ji ber ku ew bi kurdî ez şiyar dikirim. Wî wekî her car
nedigot: *“ Arkadaş! Kalk, nöbetçisin…” |