Nav û amblem

Armanca HPG'ê

Bastûra Rêxistinê

Konferansên HPG'ê

YJA STAR

         

Hûkmên Giştî

Bastûra Rêxistinê

1. Navê rêxistinê: Hêzên Parastina Gel û bi kurtasî nav HPG ye.

 

2. Amblema wê: Li ser zemîna zer û kesk, stêrka sor

 

3. Armanca wê: Ji bona bidawîkirina siyaseta înkar û tunekirinê ya li ser Kurdistanê, ji bona gelê kurd û Rojhilata Navîn esas girtina yekîtiyek û hevgirtineke azad, wekhev û demokratîk, azadiya Rêber Apo hedefgirtin û pêkanîn; parastin û bi pêş ve birina gelê me û nirxên azadiyê, ji bona çareseriya pirsgirêka kurd di hemû perçeyan de lîstina erka ku dikeve ser milan, pêkanîna yekîtiya demokratîk a netewî û di bingeha paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya zayendî de bi pêş xistin, di bingeha sosyalîzma demokratîk de ku beşeke mirovahiya pêşverû ye piştgirîdayîna têkoşîna azadiya gelan, meşandina şerê parastina rewa ya li hemberî xitimandina metodên demokratîk û aştiyane û spartina siyaseta tunekirin û tunehesibandina neteweyî ya pirsgirêka kurd, li ser bingeha xeta parastina rewa ji bona ku şerê parastinê bide meşandinê, peywirên ku dikeve ser milan bi cî bîne.

 

zêdetir>>

BASTÛRA RÊXISTINÊ: HPG, rêxistineke di nav Konfederalîzma Demokratîk a Kurdistanê de, di bingeha îdeolojîk û leşkerî de rêxistineke otonom a gerîla ye ku hatiye birêxistinkirinê. Xeta Serokatiya Konfederalîzma Demokaratîk derbasî jiyanê dike, nêrîn û siyaseta wî alîmat dizane. HPG, Kongra Gel û Konseya Birêvebirinê îradeyeke siyasî dinase. Di nava sîstema Koma Komalên Kurdistanê(KKK) de, têkiliyên HPG’ê bi rêxistinên din re di ser Komîteya Parastina Gel re çêdibe. 

 

1-KONFERANSA HPG’Ê: Konferansa HPG’ê ku du salê carekê lidar dikeve, organa herî bilind a HPG’ê ye. Konferans, bi têheva delegeyên ku ji hemû qadên xebatê hatine û temsîla qadan dikin, li hev dicive. Endamên Konseya Leşkerî ya HPG’ê, di konferansa ku bê kirin de delegeyên xwezayî ne. Pratîka di navbera herdu konferansa de dinirxîne, rêvebername û rêgeh diyar dike û ji bona pêşerojê biryaran digire.

 

zêdetir>>

 

Rêxistinkirina Yekîneyên HPG’ê

Şixulîna Hundirîn a HPG'ê

1- Rêxistinkirina Yekîneyên HPG’ê :

 

Yekîneyên HPG’ê, di asta parastina sivîl, herêmî û navendî xwe birêxistin dike û ji hêzên ên mezinahiya xwe cur bi cur in pêk tê. Wekî yekîneyên bingehîn ên gerîla, bîrîma herî biçûk tîm e ku ji sê an pênc kesî pêk tê. Bi dorê li gorî rêza taqim, bolik û tabûr mezin dibe û têne pergalkirin.

 

Ev yekîne li gorî binyada xwe, qadên tevgerê û peywirên xwe, di bin fermana fermandariyên seha û eyaletan de birêxistin dike û faliyetên xwe birêve dibe.

 

Tîmek ji sê an pênc kesan pêk tê. Taqimek ji du an sê tîman pêk tê. Bolik ji du an sê taqiman pek tê. Tabûr jî ji du an sê bolikan pêk tê. Yekîneyên HPG’ê, li gorî mercên qadan û pêdiviyan, xwe wekî tîm, taqim, bolik û tabûr bi awayekî guncav bi rêxistin dike. Pergala yekîneyên gerîla, li gorî sîstema sê-sisêyî bi pêş dikeve. Li gorî mercan di vê pergalê de kêmkirin an zêdekirin çêdibe.

zêdetir>>  

1- Pergala Ferman û Talîmatan:

 

Di HPG’ê de şixulîna esas, navendîtiya demokratîk e. Şêweya pêkanîna navendîtiyê, pergala ferman û talîmata ye. Pêkanîna hêla demokratîk jî, bi civîn, raberkirina raporan, hilbijartina fermandar, nêrîn girtin û sendin, di girtina biryaran de beşdarkirina her endamê artêşê û pêşvebirina her cure pêşniyar û bi rexnepêşxistinê dibe. Fermandarê di her astê de, peywirên komûtayê yê hêzên ku girêdayî xwe ne, bi ferman û talîmatan tîne cî.

 

Ferman: Ji bona pêkanîna peywirekê, fermana kurt û cewherî ye.

 

Talîmat: Ji bona peywir wê çawa hîn zêdetirîn û firehtir pêk bên, ji bo pêkanîna peywiran fermana ku perspektîfan di hundirê xwe de dihewîne.

 

Her fermandar der barê peywirên ku bêne kirin de, ji hêzên ku girêdayîne re, neçar e di cî û dema xwe de talîmat û fermanan bide. Fermandarê ku vê neke, peywirên fermandariya xwe neaniye cî tê hesibandin.

zêdetir>>

 
 

Malpera HPG'ê (Hêzên Parastina Gel) ya Fermî ye
Ji aliyê HPG-NRÇ'ê ve hatiye sazkirin

HPG Online © 2003 - 2007 Hemû maf parastî ne