|
DAXUYANIYA FERMANDARIYA BIRYARGEHA
NAVENDÎ YA HPG’Ê |
BÎLANÇOYA SALANE YA KU ARTÊŞA TIRK LI HEMBER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
LIDARXISTIYE
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 3’yê mijdara 2007’an de li hember Qadên Parastina Medya yekem car
eydî Emerîkayê balafirên hewayî yên keşfê ku bêmirov in, dest firînê
kirin. Piştî van firînên keşfî, di 5’ê mijdara 2007’an de, bi
hevdîtina Erdogan-Bush re û piştre jî bi hevdîtinên di navbera
Pentagon û serfermandariyên tirk de, pêvajoyeke nû li hember gelê
kurd û li hember tevgera wê ya azadiyê hate destpêkirin.
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 2'Ê KANÛNA 2008'AN |
LI HEFTANÎN Û ZAPÊ ÊRÎŞA HEWAYÎ
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 1’ê kanûnê de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember qada
Heftanînê ku girêdayî Qadên Parastina Medyayê ye, bi şev saet di
navbera 22:00-22:30’an de êrîşeke hewayî li dar ketiye. Di encama vê
êrîşê de eydî gundiya baxçe û zevî ziyan dîtine.
2. Di 1’ê kanûnê de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember
gundê Çemço ku girêdayî qada Zapê ye, bi roj saet di navbera
11:00-11:30’an de êrîşeke hewayî li dar ketiye û gelek baxçe û
zeviyên gundiyan ziyan dîtîne.
|
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê |
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 1'Ê KANÛNA 2008'AN |
GERÎLAYÊN ME BI ROJ BI KINCÊN GERÎLAYAN KETIN BAJARÊ ÎSKENDERÛNÊ:
3 POLÊS HATIN KUŞTIN
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 1’ê kanûnê de bi şev saet di navbera 01:00-04:00’an de, qada
Xakurkê ku girêdayî Qadên Parastina Medyayê ye, ji hêla artêşa
dagirker a tirk ve bi obûs û hawanan hatiye lêdan. Di encama van
avêtinan de eydî gundiyan baxçe û zevî zirar dîtine.
2. Hûrgiliyên der barê çalakiya gerîlayên me ku di 27’ê mijdarê de
li Îskenderûnê li dar xistibûn:
|
BÎLANÇOYA ŞER A MEHA MIJDARÊ |
BÎLANÇOYA ŞER A MEHA MIJDARÊ
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di seranserê meha mijdarê de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li
hember hêzên gerîlayên me yên HPG’ê 23 car operasyon hatiye li dar
xistin û di van operasyonan de 16 caran destdan pêk hatine. Li
hember van operasyonan ji hêla gerîlayên me ve 11 caran çalakî
hatiye li dar xistin û di van çalakî û pevçûnên ku hatine jiyandin
de 33 hêzên dijmin hatine kuştin û 7 gerîlayên me jî bi lehengî şer
kirine û gihîştine şehadetê.
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 30'YÊ MIJDARA 2008'AN |
DIJMIN
BÊZARIYA XWE BI AVÊTINA HAWAN Û OBÛSAN DIVEŞÊRE
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 27-28-29'ê mijdarê de bi şev ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li
hember qadên Avaşîn, Basya û Gerdiya ku girêdayî Zagrosê ne, sê roj
bê navber êrîşa bi hawan û obûsan çêbûye.
Di encama van êrîşan de eydî gundiyan gelek baxçe û zevî zirareke
mezin dîtine.
|
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê |
|