|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 5'Ê COTMEHÊ |
ENCAMÊN ÇALAKIYA SERDEGIRTINA BEZELÊ:
62 LEŞKER HATIN KUŞTIN!
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 3’yê cotmehê de dema ku leşkerên Artêşa Tirk a dagirker hewl dane
ku ji qereqola Bezelê ku girêdayî Şemzînanê ye derên operasyonê, ji
hêla hêzên gerîlayên me ve bi awayekî bi bandor hatine lêdan. Di
heman demê de sê girên qereqolê jî ji hêla hêzên gerîlayên me ve
hedef hatine girtin.
Di çalakiya ku piştî nîvroj saet di 13:00’an de destpêkiriye de, li
her sê girên qereqolê şerên dijwar qewimîne û ev hetanî saet
17:00’an berdewam kiriye. Di heman demê de qereqol bixwe jî ji hêla
hêzên gerîlayên me ve bi çekên giran hatiye lêdan. Piştî pevçûnên
tund ev sê girên ku dijmin lê bi cî bûne, bi tevahî ji holê hatine
rakirin û ev gir ketine destên gerîlayên me.
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA YA 4’Ê COTMEHÊ |
JI ÊRÎŞAN RE BERSIV HATE DAYÎN!
Ji gelê me û rayagiştî re!
Bi wesîleya Cejna Remezanê ji hêla KCK’ê û Kongra Gel ve ji bona ku
di dema cejnê de çalakî neyên li dar xistin bang hate kirin û li ser
vê yekê me biryara sê rojan çalakî lidarnexistinê girt. Digel vê
yekê artêşa tirk hem li hember gerîla hem jî li hember gelê me
bênavber operasyonan domand.
Di demeke ku ev êrîş li hember serokatiya me, gel û gerîla berdewam
dikirin de, li hember van êrîş û operasyonan ji hêla gerîlayên me
çalakiyeke ku qereqola Bezelê û girên parastina wê dikin hedef
hatiye girtin, hate lidar xistin. Piştî vê çalakiya serkeftî
pevçûnên tund qewimîne. Der barê vê çalakiyê de emê sibehî bi
berfirehî daxuyanî bidin gelê xwe.
|
Navenda Ragihandina
Çapemeniyê ya HPG’ê |
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 3'Ê
COTMEHÊ |
LI SÊRTÊ OPERASYON!
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 26’ê rezberê de ji hêla Artêşa Tirk a dagirker ve li hemberî
qada Çemçê ku girêdayî Qersê ye operasyonek hatiye destpêkirin û di
29’ê rezberê de bi paş ve vekişiyaye.
2. Di 25’ê rezberê de ji hêla Artêşa Tirk a dagirker ve li hemberî
qada Şikefta Yûsûf ku girêdayî Sêrtê ye operasyonek hatiye
destpêkirin. Di operasyonê de di navbera hêzên gerîlayên me û
leşkerên Artêşa Tirk de şer qewimiye.
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA YA 1’Ê
COTMEHÊ |
DIGEL CEJNÊ OPERASYON!
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 30’yê rezberê de di operasyona ku Artêşa Tirk a dagirker ku li
hember qada Apê Mûsa ya ku girêdayî Eyaleta Amedê ye li dar xistiye
de, di navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên Artêşa Tirk de bi roj
saet di 15:30’an de pevçûn derketiye. Di pevçûnê de 2 leşker hatine
kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Piştî ku Artêşa Tirk windahî
dan, heman rojê xwe bi paş ve vekişandine.
|
Navenda Ragihandina
Çapemeniyê ya HPG’ê |
|
FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA
HPG |
Ji gelê me û rayagiştî re!
Li ser banga Serokatiya Konseya Birêvebirinê ya KCK’ê, di rojên
cejnê de ger ku bi armanca jiholêrakirinê de neyên ser hêzên me, wê
hêzên me tu çalakî li dar nexin û nekevin nava tu livbaziyên leşkerî.
Bi vê wesîleyê em cejna Remezanê ya hemû gelê xwe û ya gelên herêmê
pîroz dikin.
|
Fermandariya Biryargeha
Navendî ya HPG'ê |
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 30'Ê
REZBER'Ê |
LI ŞEMZÎNANÊ LI HEMBER KONVOYA OPERASYONÊ ÇALAKÎ
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 27’ê rezberê de ji hêla Artêşa Tirk a dagirker ve li hember
qada Ekînozûya Gumgumê operasyonek hatiye destpêkirin. Heman rojê
hêzên gerîlayên me leşkerên ku li zozanê Uzunçayirê bi cî bûne hedef
girtine û di çalakiyê de tespîtkirî 2 leşker hatine kuştin.
|